Ferhenga Navan

FİYAT BİLGİSİ

Fiyat Bilgisi Yükleniyor


Kitap ile ilgili henüz yorum yapılmamış.

Kitap ile ilgili henüz alıntı paylaşılmamış.

Kitap Bilgileri

Kitap Yazarı Mustafa Uzun
Yayınevi Avesta Yayınları
ISBN 9786055279158
Sayfa Sayısı 160
Tür #başvuru hobi̇ #sözlük-i̇mla klavuzu

"Ferhenga Navan" ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî, zazakî û soranî, cî digrin.

Mustafa Uzun di pêşgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe, li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.