BENDNAME

FİYAT BİLGİSİ

Fiyat Bilgisi Yükleniyor


Kitap ile ilgili henüz yorum yapılmamış.

Kitap ile ilgili henüz alıntı paylaşılmamış.

Kitap Bilgileri

Kitap Yazarı Remezan Alan
Yayınevi AVESTA YAYINLARI
ISBN 9789944382731
Sayfa Sayısı 312
Tür #di̇ğer di̇ldeki̇ yayinlar #edebi̇ eserler

Bendname: rexneya ku her kes ji "tunebûna wê" gazindan dike

Edebiyat an karê nivîsa hunerî, madem ne di postê "bersiv"ekê de, di yê "pirs"ekê de rohnî dibe, madem ji her hînkirin û şahidiyê dûr e, madem heqîqet ji bo wê tenê hincetek e, nexwe lazim e xeta kurdî xwe ji her cure wezîfedariyê xelas bike. Na, nexwe ew dê tu carî ji berterefkirina kêmasiyekê rizgar nebe û pêsîra xwe ji destê pêşengxwaz û nivîsendeyên îroyîn xelas neke.

Ev kitêb, ne xebateke yekpare ye. Lê ne keskesorek e jî. Derbarê çand û edebiyata kurdî de, ji çend bendan pêk tê. Lewma navê wê Bendname ye.
...Bendname xebateke tematîk e. Ji ber ku nivîsên wê, guldesteyek in. Di hilbijartina wan de taybetiyên wek tîpîkî û temsîlkarî li ber çavan hatine girtin. Hêvî ew e ku ev bend, ji bo rexneya ku her kes ji "tunebûna wê" gazindan dike, bibin destpêkek. Kitêba nû a Remezan Alan, 'Bendname' di nav weşanên Avesta de derket.