Çapa taybet a Mem û Zîna Ehmedê Xanî derket. Kitêba ku Prof. Dr. Kadri Yıldırım amade kiriye bi kurdî-tirkî ye, kitêb bi pêşgotineke dirêj dest pê dike û ji gelek aliyan ve Mem û Zînê tahlîl dike. Teksta Mem û Zînê a orijînal bi alfabeya latînî li milê çepê, wergera wê ya tirkî li hember wê, li milê rastê di eynî rûpelî de cih girtine. Di jêrenotan de mefhûmên girîng ên kitêbê hatine sirovekirin.
Kitêb bi konseptek taybet, çapeke pir spehî di şeklê zîv de hatiye çapkirin. Û ji bo demeke kurt, qalîteya herî baş bi buhayekî maqul î erzan e. Kesên bixwazin dikarin ji buhayê diyarkirî kêmtir jî ji weşanxanê wergirin.
Kitap ile ilgili henüz yorum yapılmamış.